Zimanê me hebûne / بقلم Şiyar Alyanî

/  Zimanê me hebûne /

Zimanê me rengîne
xweştavî û şêrîne
bistran û evîne
vîn û jiyan û jîne
ji reng û dengê meye
 hebûn û nasnameye
ji Eyînda zerdeştiya
mîtanî û horiya
ji kurmancî û kelhora
ji zaza heta sora
Zimanê me kurdiye
milletê  kurd zindiye
ziman stûna xaniye
yê bê ziman miriye
ji kîtê zêrîn avaye
bi hêz û serbixweye
bi lêker û bi nave
bi dengdêr û cînave
*************************
şiyar Alyanî 2018

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

حاء باء كلمة من حرفين / بقلم : حنان سيد

القلب الوفي بقلم : كاوا فارس