Me difroşin li bazera /بقلم şiyar alyanî
/Me difroşin li bazera/
Me li ser xalekê lihev nekir
Me xwe ji hevre kêm nekir
her yekî ji me wekî xwekir
Nizanin go we çi ji mekir
hevsar bi destê neyar bê
tê bê helwest û biryar bê
wê rewşame tim bêzar bê
nirxê xwîna me arzan bê
Li qadê şer kurd wek şêre
Keda wê di çê ji xelkêre
Gelo qey kurd berxê nêre
sukra wî çêbû ji kêrêre
kurd şervanin di cengêde
bi arzan dixin bazarêde
di xwî xencera ji piştêve
tev bûn dewlet ji me pêve
Heta kengî li mebikin vira
kurd kirne rêza kafira
Li ser me tev Bûn wek gura
Hêjî em dibêjin bira
Dîsa ferman lime gerandin
soz û peyman tev dirandin
Li ser masê em xapandin
Pîs û çepel li nav me çandin
bitenê hiştin li meydanê
Li waşokanî û efrînê
em Bûn qurban jibo cîhanê
me difroşin li ser qapanê
----------------------------------------
şiyar alyanî 2019/11/12
Me li ser xalekê lihev nekir
Me xwe ji hevre kêm nekir
her yekî ji me wekî xwekir
Nizanin go we çi ji mekir
hevsar bi destê neyar bê
tê bê helwest û biryar bê
wê rewşame tim bêzar bê
nirxê xwîna me arzan bê
Li qadê şer kurd wek şêre
Keda wê di çê ji xelkêre
Gelo qey kurd berxê nêre
sukra wî çêbû ji kêrêre
kurd şervanin di cengêde
bi arzan dixin bazarêde
di xwî xencera ji piştêve
tev bûn dewlet ji me pêve
Heta kengî li mebikin vira
kurd kirne rêza kafira
Li ser me tev Bûn wek gura
Hêjî em dibêjin bira
Dîsa ferman lime gerandin
soz û peyman tev dirandin
Li ser masê em xapandin
Pîs û çepel li nav me çandin
bitenê hiştin li meydanê
Li waşokanî û efrînê
em Bûn qurban jibo cîhanê
me difroşin li ser qapanê
----------------------------------------
şiyar alyanî 2019/11/12
تعليقات
إرسال تعليق