Hêdî hêdî / بقلم Amil hassan

Hêdî hêdî

Ey dil darê zordar
Dil ê min birîndar
Ji vê çerxa xedar
Diherke xwîna sar

Nîne hekîm derman
Ji mir  bibe  pştîvan
Min bigir dil û can
Mîna yarê ciwan

Hesreta bê derman
Kesera dil û can
Dil da sed  tîr kevan
Ta li min bu  ferman

Gazî dikim yezdan
Ka rehma dilovan
Da jibîrkim êş jan
Vî derdê bê derman

Ta kengê nalenal
Ji vî derde ker lal
Derbas bu li min  sal
Min serda can û mal

Ji pyabûn nehat xar
Piştî evîna nçar
Nekir pirsa jîna yar
Vî dil darê zordar

Amil Hassan / 24 / 2 / 2020

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

حاء باء كلمة من حرفين / بقلم : حنان سيد

القلب الوفي بقلم : كاوا فارس