Xewn û hêvîبقلم/şiyar alyanî

(   Xewn û hêvî   )           
           
Pîrbûn li min êş û birîn
Xewn û hêvî li ber bê firîn
dane li ser hev derd û kula
çav ji rundokan her tim şila
ji derd û xema ez bûm şeyda
nema derman di bê peyda
êdî nema rihet dike
derzî û derman feyde dike
ma kanî ew roj ku were
me sed xwezî bi rojên berê
her tişt bi zivire wek bere
şîn û girî ji vedê here
bihar bi sor gulan geşbibe
ji bax û zevyan şîn bibe
ji dagîr kiran rêz gar bibe
çavên belek ji kil reş bibe
bilbil bi fîxana xweş bike
herdu dilan bihev şa bike
çavê min ji te têr bibe
bila şiyar bi gorî tebe

*************************
şiyar Alyanî 2019/7/3

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

حاء باء كلمة من حرفين / بقلم : حنان سيد

القلب الوفي بقلم : كاوا فارس