Biryarê nemir/ بقلم sîmav efrîn

Biryarê nemir

Li bihuştê sema dike
Tev zarokên Anfala
Bilbilekî  bi çûk

Di nirînên çavan de
Li miletê bin dest
Tabiloya yekîtiyê xelat dik

Bi xwe re
Biskek ji porê bûkê
Ji bav re bir

Bê zarokên kurd
Dojah dibe
Bihûşt

Li ser rêçûna bav
Xwe qurban kir
Pakrewanê bi çûk

Di gora dil de
Du evîna ditewîne
Hevjîna pakirewan

Roj bi roj pelan diweşîne
Mîna payizê ye
Kurdistan

Du gulên Zagros
Xelata pakrewaniyê
Li şaxên zeytûnê dikin

Bi lorîna dixemilîn e
Geyanê Biryar
Dayîka kurd

Ji mirinê natirsin
Jiyanek bi rûmet dixwazin
 Bav û kur

Li pêsîra Zagros
Du çivîk bûn stêrk
Bav û Biryarê nemir

Li ser ala Kurdistanê
Malbeta xwe qurban kir
Dayîka aştîxwaz

Bi rondikên çav
Kefenê zarokê xwe dirût
 Dayîka Biryar

Berî ku can bide
Bi lêvên xwe maçek
Ji ala Kurdistanê stand

#SÎMAV EFRÎN#
ج

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

حاء باء كلمة من حرفين / بقلم : حنان سيد

القلب الوفي بقلم : كاوا فارس