Siba te bixêr beybûna min/بقلم sîmav efrîn

SİBA TE BİXÊR BEYBÛNA MİN

Siba te bixêr zeytûna min

Gulbihara  zivistana min

Çawa dikim tu narî ji bîra min

Bi bîranîna te diperpite dilê min

Wek çema Kitix dixulxule  xwîna min

Siba te bixêr Zeytûna min

Dimilmile wêneya te li ber  çavên min

Tu heyvî lê windayî ji şeva min

Te dibirin û sînor danîn pêşa min

Barekî giran li ser milê  min

Siba te bixêr Zeytûna min

Bê te jiyan derbas nabe yara min

Bûka buharê li demsalên min

bê te  sêwiye welatê min
 
Li tiliyên sibê tû yî Elenda min

Siba te bixê Zeytûna min

#SÎMAV EFRÎN#

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

حاء باء كلمة من حرفين / بقلم : حنان سيد

القلب الوفي بقلم : كاوا فارس