Biryar/بقلمamel hasen

Biryar

Bes e ey dayika kezeb har
Bis bike qêrîn û hawar
Landika xwe bi lorîne wek her car
Bi kovanî û mesit jar
Xatir bixwaze yek car

Kela girî hate xwar
Herikî cuk û cobar
Ji rondikên me kurdan
Nalîn kete laş û can
Dil li me bu  talan

Ey dayika dil şewat
Ci rojava û rojhelat
Te li wakir kîferat
Nema tê sebir û tebat

Bes beke ahîn û nalîn
Ey dayeka dil xemgîn
Em tev bun dil brrîn
Xemla me tim reş û şîn
Ji derdê te ye pir şêrîn

Navê me bu cegerxwîn  😭

Serî rake ser kefenê sar
Mezgîn bede pakrwan
Biryar hate bi mêvan
Mêvank î zor ciwan

Ey xwedaye dilovan
Gazî  dikem te her car
Sebir bede dayka hejar
Îro boye gura har
Gezeba wê hate xwar
.......................................... Amel Hasen  ..😭😭

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

حاء باء كلمة من حرفين / بقلم : حنان سيد

القلب الوفي بقلم : كاوا فارس