ez û yarê /بقلم : Şiyar alyani

/ez û yarê  /
Kur
sozê te tev li ber bê çûn
hêvî û omîdê me têk çun
Keç
mi bawer nedkir ji wan sozê te
ji wê éšq û evîna te
kur
tiştê xweş tev ji vî warî çun
strî û quncir li nav me çêbûn
Keç
te ne didîtim li ber çavê xwe
ji çira tu dikê gazinê xwe
Kur
ji te pêve min kes nebû
halê kesî ne wek min bû
Keç
çendê cara te ez helandim
bi derwa te ez xapandim
kur
evîna me deng vedabû
ji sînora derbas dibû
keç
çavê herkesî li me bû
li dora me tev dijmin bû
kur
felek xeyin û bê bext bû
rê tijî keftar û gur bû
keç
te digo qey bi sosin û gul bû
çavê min ji girî kul bû
Kur
bi şev û roja çav li rêbû
li min ne razan û xew bû
keç
li min jî ne razan û xrw bû
 ji hêstira çavê mi jî kul bû
kur
evîna te ne bi rastiye
dil û cerger biraştiye
*************************
şiyar Alyanî 2018

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

حاء باء كلمة من حرفين / بقلم : حنان سيد

القلب الوفي بقلم : كاوا فارس