EY ŞAH / بقلم Zehra Xalîl

EY ŞAH
Her roj li benda hatina te ez dimînim
ta dibê şev çavêm meliqîn
Li derî ne dikevê xew
Dimînim matmayî û bê  sebir
Demijmêr her sanî di kovala mêjê min de dilîze
û navê te diqîre
Were ey şahê dilan
Bixemlîne derd û kolan
Bi vê buharê 're bikin kêf û sema
Bila em bibin  du Perperîkên li ser gulan
Ji dil derxînin axîna giran
Bê saqî em peyalan mest bikin
Ji mihebet û vîn û gulavan
Têkevin baxçê evîndaran
Hele were carek
 Ez hîn bendewarim
Eyî şah û rêzdarê min

/ Zehra Xelîl /

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

حاء باء كلمة من حرفين / بقلم : حنان سيد

القلب الوفي بقلم : كاوا فارس