Delala dil / بقلم emer esmayil

Delala dil
Emer îsmayil
Delala dil tu şêrîn î
Li baxçê min tu tim şîn î
Te ez hêlam bi evînî
Tenê mame te nabînim

Dem û dewran li min borîn
Delala dil tu tim zînî
Ji derdan ez xilas nabim
Tu yî pêtir min têşînî

Ez û te her gulên sor in
Baxçê yaran dixemlînî
Kevoka li ser çinara min
Hêstiran tu nebarînî

Jiyanê de bê te gêjim
Ker û lal im teredînê
Evînî tev kul û derd e
Mirov najî bê evînî

Li civata te delala dil
Ji kanîya dil bikeyfînî
Dema dûr ket ji ber çavan
Ji kevanê dil bi qêrînî

Bi hêvî me welatê min
Evîdaran bicivînî
Civînek wek Mem û Zînê
Bijîm, bimrim bi evîn

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

حاء باء كلمة من حرفين / بقلم : حنان سيد

القلب الوفي بقلم : كاوا فارس